Rûsiya: Pewîste Emerîka bîyavên petrolê radestê Dîmeşqê bike
Cêgirê nwênerê Rûsiya di Netweyên Hevgrtî de, Dimîtrî polyaniskî, di dema rûniştina Civata Asayîşa Nêvdewletî de, ku dûhî, Pêncşembêyê birêveçû, got: Pêwîste bilez hêzên bîyanî ji Sûriya derkevin.
Got jî: Pêwîste kontirola bîyavên petrolê bikeve di destê Dîmeşqê de daku bikare mifayê ji dahata wan wergire û abaûrîya welatê xwe pê vejîne.
Amaje bi wê yekê jî da, ku Emerîkayê çend caran tekez kirîye hêzên xwe li Sûriya dihêle û petrola Sûriya kontirol dikin û dahata wê rasdestê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dikin.
K24
