• Thursday, 12 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê -11 bendavên avê dihêne duristkirin

Gulan Media November 15, 2019 Nûçe
Herêma Kurdistanê -11 bendavên  avê dihêne duristkirin
Îro roja pêncşemê 14.11.2019an Rêveberê Giştî yê Bendavên Wezareta Cotkarî û Serçaviyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed aşkere kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku projeyên 11 bendavan bi dawî bibe.

Ekrem Ehmed ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye 33 milyar û 320 milyon dînar pare bo projeyên duristkirina av û bendavan bihê terxankirin. Ekrem Ehmed amaje bi wê yekê jî dike ku ji ber qeyrana aborî wan projeyên xwe ragirtibûn.

Herwiha Ekrem Ehmed da zanîn ku di destpêkê da ew ê dest bi temamkirina 11 projeyên bendavan bikin. Herwiha Ekrem Ehmed da zanîn ku bi dawîbûna wan bendavan wê tesîreke mezin li cotkarî, berhemanîna masî û geştiyariyê bibe.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Ekrem Ehmed destnîşan kir Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê niha hewl dide rêkarên pêwîst bi cî dike bo ew dest bi projeyan bikin.

Basnews
Top