• Thursday, 12 February 2026
logo

Mezlûm Kobanî: Dema Erdogan û Trump di civînê de bûn artêşa Tirkiyê êrişî Til Temir kir!

Gulan Media November 14, 2019 Nûçe
Mezlûm Kobanî: Dema Erdogan û Trump di civînê de bûn artêşa Tirkiyê êrişî Til Temir kir!
Fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand, dema Erdogan û Trump di civînê de bûn artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî 3 gundên Til Temirê kirin!

Mezlûm Kobanî duhî bi şev twîttek belav kir û got, di dema hevdîtina Erdogan û Trump de topxaneya Tirkiyê çend deverên bakûrê bajarê Til Temir topbaran kir ku piraniya xelkê wir mesîhî ne, ji ber wê êrîşê hejmarek mezin ji kesên sivîl koçber bûne, herwiha hejmarek qurbanî jî hene.

Kobanî anî ziman, ew êrîş agirbestê bi eşkere binpê dike, bi awayekî ku ji dema ragihandina agirbestê Tirkiyê 1100 kîlomitrên çargoşe kontrol kiriye.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhî li Koşka Spî bi serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtin kir.

Basnews
Top