• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan û Trump civiyan

Gulan Media November 14, 2019 Nûçe
Erdogan û Trump civiyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganli Koşka Spî li Washingtonê civiyan.

Di civîna Trump û Erdogan a li Koşka Spî li Washingtonê de êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, rewşa bakurê Sûriyê bi giştî û herwiha dawîn pêşhat û rûdanên li herêmê û peywendiyên herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Beriya civînê Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, hêzên Amerîkî ji bo parastina petrolê li Sûriyê dimînin.

Serokê Amerîka Donald Trump îro pêş hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re ji rojnamevanan re ragihand, agirbesta li bakurê Sûriyê didome û ew bi Kurdan re di pêwendiyê de ye.

Trump amaje bi girtina endamên DAIŞê ji aliyê Tirkiyê kir û got, Tirkiyê zêdetir ji 100 endamên DAIŞê desteser kirine.

Serokê Amerîka tekez kir, hêzên wan bo parastina kêlgehên petrolê li Sûriyê dimînin.

Diyar kir jî, ewê bi Erdogan re pirsa kirîna Tirkiyê sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 û pirsên girêdayî bi firokeyên şer ên Amerîkî F-35 bike.

Trump got, ewê derbarê rêkeftineke aborî di navbera Washington û Enqerê de guftûgoyan bikin û pevguhartina aborî bigihînin 100 milyar Dolar.

Peyamnêrê K24ê li pêş Koşka Sipî da zanîn, îro li pêş Koşka Sipî ya Amerîka xwepêşandan li dijî hatina Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Amerîka tê kirin.

Basnews
Top