• Thursday, 12 February 2026
logo

Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Xoyê hate birîndarkirin

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Xoyê hate birîndarkirin
duhê hatiye birîndarkirin
Kolberekî Kurd bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin û piştre bo navenda dermanî a bajarê Xoyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurpa”yê, roja Yekşemî 19`ê Xezelwerê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Husên” û temen 24 salî û xelkê gundê “tur” a ser bi devera sînorî ya “Elend” a ser bi bajarê Xoyê, bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pê wî kolberê Kurd hate birîndarkirin û piştre bo dermanxaneya gundê “Bilesor” hate veguhastin, û bi sedema dijwariya birîna wî bo nexweşxaneya bajarê Xoyê hate veguhastin.

Ew kolbere niha di nexweşxaneya bajarê Xoyê de hatiye razandin.
Top