• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid civîyan

Gulan Media November 11, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid civîyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînê Ebû Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Mîrnişînê û Serokê Encûmena Raperandina Mîrnişîna Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid dawî pêşhatên rewşa Iraqê gotûbêj kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî, derfetên kar û webirhênanê di karta taybet a Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve ber bi tevahiya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re gotûbêj kirin.

Pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiyên serîhildana terorê û girîngiya hevahengiya navçeyê û navdewletî bo rûbirûbûna wê û çend pirsên din yên cihê girîngiyan herdu aliyan, tewereke din civînê bû.

Waar.tv
Top