Erdogan: Çi karê Sûriyê li ser axa me heye?
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Navenda Çand û Kongreyan a li Enqereya paytexta wî welatî, beşdarî merasîma bibîranîna damezrênerê komara Tirkiyê, Mustafa Kemal Atatuk bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan amaje bi êrîşa artêşa welatê xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî xakeke bi berfirehiya 8,100 kîlometre çargoşe li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê girtine û îddia kir, ku wan li wan deveran ewlehî pêk aniye.
Erdogan got:“Me li wan deverên ku ewlehî pêk aniye, bingeha vegera sûriyên li welatê me çê kir. Heta niha 365,000 sûrî vegeriyane ser xaka xwe.”
Serokomarê Tirkiyê berevanî li êrîşa artêşa welatê xwe bo ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir û gotina “gelo ti karê Sûriyê li ser xaka me heye”, bi kar anî.
Erdogan diyar kir, ku ji axa Sûriyê ve êrîş û destdirêjî li dijî Tirkiyê hatiye kirin û da xuyakirin, ku wan bersiva wê yekê daye. Erdogan mebesta xwe ji wan gotinan zelal nekir, lê dibe ku amajeyek be bi hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser sînorê wî welatî ku piraniya herêmên li bakurê Sûriyê kontrol kirine.
Erdogan wiha axivî:“Eger karekî min li Sûriyê nebe, gelo ti karê Sûriyê li ser xaka me heye? Ma leşkerên min şehîd nabin? Ew li wê derê êrîşan bikin, em jî dê ya pêwîst pêk bînin.”
Tirkiyê piştî ku Amerîkayê roja 6ê Cotmehê ragihand, dê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne, ji 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Piştî êrîşê û têkçûna hevsengiya hêzan li navçeyê, Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û hikûmeta Sûriyê li hev kirin, ku hêzên artêşa Sûriyê tevî Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê derbasî navçeyên sînorî û hin deverên din ên Rojavayê Kurdistanê bibin. Piştî bicihbûna hêzên Sûrî li ser sînor û herwiha gundewarên Serê Kaniyê û Til Temir, di navbera wan û hêzên Tirkiyê de çendîn caran şer derketiye û ji her du aliyan kuştî û birîndar çê bûne.
Ev gotinên Erdogan gumana wê yekê zêde dike, ku pêngav û tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li navçeyê di wan çend salên dawî de û bi taybet operasyonên wî welatî yên li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta berfirehkirina sînorên xwe û di çarçoveya cîbicîkirina ‘Mîsaqa Millî’ ya tirkan de be.
Projeya Mîsaqa Millî ya Tirkiyê roja 28ê Çileya 1920an ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ya wê demê ve hatiye qebûlkirin û 17ê Sibata wê salê jî hatiye belavkirin. Li gor wê projeyê, Tirkiye beşek ji axa Sûriyê û tevahiya axa Rojava û Başurê Kurdistanê, Kerkûk jî di nav de, weke ‘xaka xwe’ dibîne, ku divê rojekê vegerin ser Tirkiyê.
Hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi fermî ragihandine, ku Tirkiye bi hincetên cuda êrîşan li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, daku “beşek ji axa Sûriyê dagîr bike”. Serokê Sûriyê Beşar Esed di roja 22ê Cotmehê de bi axavtinên tund gotibû: “Erdogan diz e. Dizê genim û kargehên Sûriyê ye û niha jî hewl dide, axa Sûriyê bidize.”
Herwiha Komkara Erebî jî di berteka li hember operasyona Tirkiyê ya bi navê Kaniya Aştiyê de bi aşkere Enqere bi dagîrkirina beşek ji axa welatekî Erebî tohmetbar kiriye.
Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmeha 2019an ve di jêr navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û heta niha du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve xistiye jêr kontrola xwe.
Tirkiyê herwiha di 26ê Tebaxa 2016an de operasyonek bi navê Mertala Firatê û di 20ê Çileya 2018an de jî operasyonek bi navê Çiqlê Zeytûnê li bakurê Helebê û Efrînê pêk anîbû û di çarçoveya wan operasyonan de bajar û bajarokên Cerablûs, Ezaz, El Bab û El Raî û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol kiribû.
Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axavtina xwe ya îro de, îddîa jî kir ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve êriş bo ser wan çêbûne û wan jî li ser vê bersiv dane û ‘tişta pêwîst’ kirine û got, “Hemû amrazên aşkere û veşartî yên di destê xwe de seferber kirin, lê bi ser neketin.”
Erdogan got jî zêdetirîn xizmet ji bo komara Tirkiyê, hikûmetên di bin serokatiya wî de kirine.
Derbarê xebatên berhemanîna çek û alavên xwemalî li Tirkiyê Erdogan got, ku ew bi hêvî ye heta sala 2023an firokeyên şer ên xwemalî çêbikin û got ku projeyên wan ên ji bo berhemanîna balafir û alavên din ên şer berdewam dikin.”
Erdogan li hember wan kesên ku Împeratoriya Osmanî rexne dikin jî nerazîbûna xwe nîşan da û got, Împaratoriya Osmanî jî pîşesaziya xwe ya bo çekan hebû û çek û alavên leşkerî hinarde dikirin.
PARVE BIKE LI SER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Rudaw
