• Thursday, 12 February 2026
logo

Sêrgî Lavrov: Hebûna Emerîka li Sûriya astengan dixe pêşîya vegerandina aramîyê

Gulan Media November 11, 2019 Nûçe
Sêrgî Lavrov: Hebûna Emerîka li Sûriya astengan dixe pêşîya vegerandina aramîyê
Wezîrê derve yê Rûsiya raghand, hebûna Emerîka li navçeyên petrolê li Sûriya astengan dixe pêşîya vegerandina aramîyê bo navçeyê.

Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyayê, evro ragehand, biryara Waşintun bi vemana hêzên wê li navçeyên petrolê cihê dilgiranîya wan e û astengan dixe pêşîya vegeranidina aramyê bo navçeyê.

Herweha wezîrê derve yê Rûsiyayê got: Hewlên Emerîka bo dizîna petrola Sûriyayê û destdanana wê li ser bîyavên petrolê kareke ne rewaye û tiştekê li pey xwe nahîne ji blî zêdekirina gefan li ser Sûriyayê .

Got jî: Divê bizûtirîn dem artêşa Sûriya destê xwe dane ser tevahîya erdê Sûriyayê, ku bi gotina wî bi vî awayî sînûrek bo terorê dihêt danan û ev yeke dê alîkar be bo çareserkirina tevahîya mjarên girêdayî bi pirosêsa sîyasî.

Top