• Thursday, 12 February 2026
logo

Bo yekem car.. tankên Ebramzên Emerîkayayî diçin Tel Temir

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Bo yekem car.. tankên Ebramzên Emerîkayayî diçin Tel Temir
Hêzeke serbazî ya Emerîkayê bi hejamreke zirîpoş û tankên Ebramiz ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temir ve diçûn.

Ew hêza serbazîya Emerîkayê li ser rê ya nêvdewletî ber bi bakûrê Sûriyayê diçûn, lê heya niha ew hêz li ti cihekê akincî nebûye.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Qamişlo ragehand, bi giştî hêza Emerîkayê pêkahatibû ji nêzîkî 20 otombêl, tank û zirêpoşên serbazî û ber bi Tel Temir diçûn û nehatîye zanîn ka ew hêz li wir akincî dibin û dê mînin yan na.
Top