• Thursday, 12 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê çend welatiyên din yên sivîl qetil kir

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê çend welatiyên din yên sivîl qetil kir
topbaran û bordiman hîn jî didome
Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiye û komên terorîstî de yên bo ser Rojavayê Kurdistanê, îro dîsa artêşa Tirkiye û komên terorîst gundewarên Til Temerê bordiman û topbaran kirin û di encam de çend welatiyên sivîl hatin kuştin û çend welatiyên din jî birîndar bûn.

Duhê jî li derdorê Til Temerê di navbera artêşa Tirkiye, komên terorîst û artêşa Sûriyeyê de pevçûn qewmî bû û di encam de 5 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin û hijmareke din jî birîndar bibûn.

Top