Mesrûr Barzanî ji civaka navdewletî xwest alîkarîya koçberan bikin
Mesrûr barzanî, serokwezîrê herêma Kurdistanê di gel Rêber Ehmed wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêmê û Ferhad Etrûşî parêzgerê Duhokê, seredana kempa Berdereş ya awareyên rojavayê Kurdistanê kir, ku armanc jê haydarbûn bû li ser rewşa kempê û pêdivîyên awareyan.
Mesrûr Barzanî li wir daxuyaniyek da û got, Herêma Kurdistanê li ser xizmetkirin û hewandina koçberan berdewam e. Her çi qas ev kar zehmet be jî lê dîsa jî çi ji destê me were emê xizmeta xûşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, niha milyonek û 100 hezar koçber li Herêma Kurdistanê hene û got, her sal herî kêm yek û nîv milyar dolar bo koçberan pêwîst e, ev jî barê hikûmeta Kurdistanê giran û zehmet dike. Loma divê NY û dezgehên navdewletî alîkariya Kurdistanê bikin. Bi taybet ku niha werza sermayê nêzîk dibe divê di xema koçberan de bin.
Waar.tv
