Parêzgarê Kerkûkê biryara wêran kirina xaniyên Kurdan der kir
Li gor biryarê parêzgarê Kerkûkê ev xaniyên han vê bi temamî werin rûxandin û wêrankirin.
Şêniyên vê gundê jî ku tevahiya wan Kurdin dilgiraniya xwe ya li hember vê biryara han diyar dikin û daxwaza hilweşandina vê biryarê dikin.
Şêniyên gundê Qizilyar dibêjin armanca parêzgarê Kerkûkê eve daku welatiyên Kurd ji vê gundê der bixe û di şûna wan de welatiyên Ereb bicîh bike.
Weke tê zanîn piştî bûyerên 16 Cotmehê prosesa dubare erebkirinê li Kerkûk û derdorê destpê kiriye û gelek zilm li welatî û şêniyên Kurd hatine kirin.
