• Thursday, 12 February 2026
logo

Ruhanî vedîtina bîyaveke mezin a petrolê bi yedeg a 53 milyara bermîlan radigehîne

Gulan Media November 10, 2019 Nûçe
Ruhanî vedîtina bîyaveke mezin a petrolê bi yedeg a 53 milyara bermîlan radigehîne
Evro serokê Îranê, Hesen Rûhanî ragehand, ku bîyaveka mezina petrolê ni yedega 53 milyar bermîlan hatîye vedîtin.

Rûhanî, evro di peyvekê de li pêş xelkê parêzgeha Yezd got: Ew bîyava hetîye vedîtin rûberê wê 2400 Kîlometir dûcar e û dikeve di navbera herdû bajarên Bustan û ûmîdye de li herêma Xozistan li başûra rojavaya welat. Kûrahîya qat petrolê di wê bîyavê de digehe 80 metran û tekez jî kir ku hinarteyên na petrolîyên Îranê ser asatengan jî lê her zêde dibin.

Got jî: vedîtina evê bîyava petrolê dîyarîyeke biçûke ji hikumet û wezareta petrol û kompanîyaya nîştîmanîya Îranê bo gelê Îranê.

Amaje da ku vedîtina evê bîyava petrolê bi saya xebata kompanîya ya nîştîmanîya Îranê bû ye ku ji sala 2016yê ve heya heftîya burî hewil daye bo evê yekê.

K24
Top