Esed: Erdogan piştgiriya terorê dike, YE dizane îslamiyekî radîkal e
Esed ê di hevdîtineke taybet a televîzyona Rûsî RTyê de li dijî Erdogan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku Erdogan piştgiriya terorîstan dike û wiha got:
“Têkiliyên di navbera YE û Erdogan de dualî ne. YE dizane ku ”Erdogan Islamiyekî radîkal e û wê terorîstan bişîne Ewrûpayê, lê tevî wê jî pêwîstiya YE bi Erdogan heye.”
Esed da zanîn, ”mijara şandina penaberên li Tirkiyê ber bi Ewropayê ve mijareke xeternak e , lê ji wê jî xetertir piştgiriya Erdogan a ji terorîstan re ye.”
Beşar Esed diyar kir, ”YE ji çend milyon penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin ditirse, di heman demê de piştgiriya bi hezaran terorîstan dike.”
Serokê rejîma Sûriyê berî niha jî di hevdîtineke xwe de Erdogan wek alîgirê terorê bi nav kiribû û gotibû ”ne şerefek e jê re ku hevdîtinan ligel Erdogan pêk bîne, lê berjewendiyên giştî vê yekê dixwazin.”
