• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî beşdariyê di merasîma mewlûda Pêşxemberê Îslamê de dike

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî beşdariyê di merasîma mewlûda Pêşxemberê Îslamê de dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî di merasîma mewlûda Pêxemberê Îslamê de dike.

Salane li bajarê Hewlêrê bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê tê birêve birin û çend merasîm û aheng birêve diçin û welatî xwarin û şîrînemeniyê belav dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed duhî peyamek belav kiribû û tê de hêvî xwast, ev bone bibe cihê şadî û geşepêdana pêkvejiyana aştiyane û aramiya zêdetir di navbera tevahiya pêkhateyên Herêma Kurdistanê de. Herwiha bicihbûna aştî û aramiyê li Îraq û navçeyê.

K24
Top