• Thursday, 12 February 2026
logo

SOHR: Hejmareke çekdarên DAIŞê di nav grûpên ser bi Tirkiyê ve de cih digirin

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
SOHR: Hejmareke çekdarên DAIŞê di nav grûpên ser bi Tirkiyê ve de cih digirin
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kiriye ku hejmareke çekdarên DAIŞê bi navên nû di nav grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de cih digirin û beşdarî şer û êrişan dibin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) aşkere kir ku zanyariyê di destê wan hene, hejmareke çekdarên ku berê di nav DAIŞê de bûn niha di nav wan grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike cihê xwe digirin.

Li gor SOHRê wan çekdaran navên xwe guhertine û di nav wan gûrpên ku êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin de beşdar bûne.

Di daxuyaniya SOHRê de navê yek ji wan çekdaran jî tê aşkerekirin û tê gotin çekdarê bi navê ‘Ebû Usame El-Şamî’ ku sala 1993an jidayîk bûye, di sala 2012an de li Xûtayê beşdarî nav El Nûsrayê bûye û piştre di sala 2014an de jî derbas nav DAIŞê bûye û li Xûta û gundewarên Siwêdiyê şer kiriye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ku zanyariyên xwe spartine çavkaniyekî pêbawer diyar kiriye, ew çekarên bi navê Ebû Usame El Şamî 2016an beşdarî qada ewlehî ya derve ya ser bi Şama paytexta Sûriyê ve bûye û di 2017an de jî çûye parêzgeha Idlibê. Li gor wê rewangehê wî çekdarî li Tirkiyê rahênana serbazî dîtiye.

SOHRê diyar kiriye ew çekdar piştî wê rahênana serbazî bi navê B.X.A vedigere û di nav grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve beşdarî êrişa bo ser Efrînê dibe.

Jêderên wê rewangehê diyar kirine ku ew çekdar niha li Girê Spî di nav çekdarên grûpa El Hemzet de ku Tirkiye piştevaniya wê dike cih digire.

Rewangeha Mafê Mirovan herwiha tekez kiriye ku çekdarê bi navê Ebû Usama El Şamî ku berê fermanderekî rêxistina DAIŞê bû niha di nav grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de cih digire ku wan grûpan navê, ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyê’ li xwe kiribûn.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar roja 9ê Cotmehê êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin. Bi ketina wan grûpên çekdar bo nav xaka Rojava, dest bi talan û diziya mal û milkê xelkê û herwiha bêrêzî û îşkenceya li termên şervan û xelkê sivîl kiribûn ku wan çekdaran bi xwe ew dîmen li ser torên civakî belav kiribûn.

Heta niha Rêveberiya Xweser û hejmareke rêxistinên navdewletî aşkere kirine ku ew çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike û êrişî Rojava dikin, tawanên şer encam didin.

Şanderê Amerîkayê yê Sûriyê William V. Roebuck jî di raporteke ku li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkiyê belav kiriye, de piştrast kiriye ku ew grûpên çekdar tawanên şer encam didin.

Herwiha li gor çavdêr û pisporan ti cudahiyek di navbera kiryarên wan grûpên çekdar û DAIŞê de tune ne û ew çekdar jî heman kiryarên DAIŞê li Rojava encam didin.

Rudaw
Top