• Thursday, 12 February 2026
logo

Hadî elBehre: Navê Sûriye, berê ne Komara Erebî ya Sûriye bû

Gulan Media November 9, 2019 Nûçe
Hadî elBehre: Navê Sûriye, berê ne Komara Erebî ya Sûriye bû
Serokê şand a opozisyona Sûriyê ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê radighîne, li gelek serdeman navê Sûriyê ne Komara Erebî ya Sûriyê bû. Divê pêkhateyên din ên welat neyên paşguh xistin.

Got: Li Sûriyê gelek pêkhate hene û divê neyên paşguh xistin û divê gelek danûstandin, di derbarê navê sûriyê de werin kirin.

Serokê şand a opozisyona Sûriyê ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê Hadî elBehre di kongreyek rojnamevanî de, derbarê navê Sûriyê, ku gelo Komara Erebî ya Sûriyê yan jî, Komara Sûriyê be ragihand, li Sûriyê gelek pêkhate hene û divê neyên paşguh xistin, Navborî got jî, gelek caran navê Sûriyê ne Komara Erebî ya Sûriyê bû. Tekez jî kir, divê gelek danûstandin di vê derbarê de bên kirin û biryar a rast di vê derbarê de bê dayîn.

K24
Top