Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tîma futbolê a Duhokê kir
Bi boneya serkeftinatîma Duhokê bi encama (1 - 0) li hembertîma Necefê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyîtîma Duhokê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta birinatîma Werzişê ya Duhokê û serkeftina wê bo nûneratiya yaneyên Iraqê di Cama Kendavê de, germtirîn pîrozbahiyan li serok û hemû werzişvan û hewadarêntîma Werzişê ya Duhokê dikim.”
Herwıha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêviya serkefinên zêdetir botîma Duhokê û tevahiya yaneyên Kurdistanê dixwazim û hêvîdar im hertim pêşeng bin.”
Yaneya Duhokê îro danê êvarê li yargeha Gel a Bexdayê, di pêşbirka diyarker a Lîga Stêrkên Futbolê ya Iraqê de, li hembertîma Necef bi encama (1 -0) biser ket.
Bi vê serkeftinê jî,tîma Duhokê dê nûneratiya yaneyên Iraqê di Lîga Şampiyonan a Kendavê de bike.
