Erebên sunne hewl didin Gulale û Seidiye ji Xaneqînê qut bikin
Li gor zanyariyên berdest, pêngavekî metirsîdar ve, erebên sunne rêveberiya tomara xanî û avahiyan li Xaneqînê cuda kirin û ev yek metirsiya herî mezine bo ser wê dagirkeriya ku di sala 1975ê heta û 16ê cotmeha 2017ê rastî hemwelatiyên kurd ên li sînorê parêzgeha Diyale hatiye ye.
Ew pêngav bi armanca qutkirina bajarên kurdî ji Xaneqînê ye, li gor nêrînên şarazayan û çavdêrên siyasî pêngavekî metirsîdare û daxwaz tê kirin nûnerên kurd li Bexdayê helwêstekî tund li hember vî karî nîşan bidin û bêdeng nemînin.
Piştî sala 1975ê dema bi hezaran malbatên kurd ên li bajarên Gulale, Seidiye û Mendelî rastî guhertina demografî û ereb kirinê hatin, xanî, mulk û erdên wan ên kiştûkaliyê jî dest li ser hat danîn û li ser erebên ku anîbûn deverê tomar kirin. piştî bûyerên 16ê cotmehê jî heman tiştên dema rejîma Beis a Iraqê, kurd ji cîhên wan hatin derxistin, dagirkerî û kuştina hemwelatiyên kurd li sînorê Diyale pêkhatin.
Basnews
