• Thursday, 12 February 2026
logo

Rawêjkarê serokê Herêmê û rawêkarê serokê Îraqê nerînên vajî hene li ser hevwarkirina destûrê

Gulan Media November 8, 2019 Nûçe
Rawêjkarê serokê Herêmê û rawêkarê serokê Îraqê nerînên vajî hene li ser hevwarkirina destûrê
Rawêjakreke serokê Herêma Kurdistanê dibêje: Hemû hewlekê didîn daku destûr nehêt hevwarkirin. Di beranber de jî, rawêjkarekê serok komarê Îraqê tekez li ser vajî ya evê yekê dike û dibêje: Hevwarkirina destûr ne karesate.

Derbarê rewşa Îraqê û xwenîşandanan û hewlên hevwarkirina destûrê, Dilşad Şehab, rawêjkarê serokê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 got: Hemû hewlên me bo wê yekê dibin destûr nehêt hevwarkirin.

Şehab dûpat dike, cîbcînekirina destûrê weha kirîye Îraq hevrûşî kirîzê û arîşeyan be nekû naveroka destûrê.

Di beranber de, Salar Mehmûd, rawêjakrê serok komarê Îraqê vajîya ev nerînê dibîne û tekez dike, bi sedema cîbicînekirina xwaztên destûrîyên Kurd, pêwîste Kurd hewla hevawarkirina destûrê bide, bi awayekê ku mîkanîzîma cîbicîkirina xwaztan dîyar bike. Dibêje jî: hevwarkirina destûr ne karesate.

28 Oktober perlemana Îraqê, komîteyek bo hevwarkirina destûr pêkanî, lê heya sîma û şêwaza biryardana ewê komîteyê ne xuyaye.
Top