• Thursday, 12 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir: Nebin şirîkê projeya Tirkiyê

Gulan Media November 8, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir: Nebin şirîkê projeya Tirkiyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî ji ber helwêsta wê ya derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir û ragihand, “erkê Netewên Yekgirtî parastina nîştecihên xwecihî û resen e, ne beşdarîkirina di projeya paqijkirina nejadî de.”

General Mazlûm Kobanî roja Pêncşemê di twîttekê de ragihandiye: “Di pêşhateke nû de Tirkiye siyaseta paqijkirina nejadî di bin sîwana yasayên navdewletî de cîbicî dike.”

General Kobanî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ya derbarê pêkanîna komîteyekê ji bo gotûbêjkirina pêşniyareke Tirkiyê ya ji bo avakirina komlegeh û avahiyên nîştecihbûnê li navçeya aram a di navbera herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê de, bi tundî rexne kir û ew yek weke “beşdariya metirsîdar a Netewên Yekgirtî li gel Tirkiyê bo cîbicîkirina siyaseta komkujiyê” bi nav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê da xuyakirin, “erkê Netewên Yekgirtî parastina akinciyên xwecihî ye, ne beşdarîkirina di projeya paqijkirina nejadî de.”

General Mazlûm Kobanî roja Çarşemê di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de jî amaje bi siyaseta Tirkiyê bo guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê û tunekirina Kurdan li herêmê kiribû û gotibû, Enqere dixwaze wê siyaseta xwe di bin sîwana Netewên Yekgirtî de pêk bîne.

General Kobanî daxwaz ji NY û civaka navdewletî kiribû ku rê nedin Tirkiyê ku wê siyaseta xwe li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û tevî du rêkevtinên cuda yên di navbera Amerîka û Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê de, artêşa wî welatî û komên çekdar ên ser bi Enqerê ve li hin deveran êrîşa xwe berdewam dikin.

Hêzên Tirkiyê herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan bajaran kontrol kirine. Tirkiyê ragihandiye, ew dixwaze li bakurê Sûriyê û di nava axa Rojavayê Kurdistanê de navçeya aram ava bike û 3 milyon awareyên Ereb ên Sûrî yên ku niha li Tirkiyê dimînin, li wê navçeya aram nîştecih bike.

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser heta niha çendîn caran ragihandine, ku Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguhere û daxwaz ji Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropa, Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî bi giştî kirine, ku rê li ber cîbicîkirina wê siyaseta li dijî Kurdan bigirin.

Rudaw
Top