Rêya Bendera Um Qesir dîsan hat girtin
Fermandarê Operasyonên Besrayê Feriq Rukin Qasim Nizal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro demjimêr 5ê serê sibehê rêya Bendera Um Qesir hatiye vekirin û niha çûn û hatina barhilgiran asayî bûye.
Fermandarê Operasyonên Besrayê amaje bi wê yekê da ku ti tundûtujiyek çênebûye û bi gotûbêj û jihevfamkirina ligel xwepêşanderan pirsgirêk hatiye çareserkirin, xwepêşanderan rê vekiriye û ti kêşeyek li wê benderê nemaye.
Lê li gor zanyariyên dawî rêya Bendera Um Qesir careke din ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye girtin û nayê zanîn ka dê kengî bê vekirin. Berpirsên leşkerî yên Iraqê jî dibêjin, girtina rêyên serekî ji aliyê xwepêşanderan ve zêdeyî 6 milyar dolar zerar gihandiye Iraqê.
