Amerîka: Kêlgehên petrolê di destê HSDê de ne
Anajsa “Reuters” ji ser zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka veguhast, kêlgehên petrola li bakurê Sûriyê di destê HSDê de ne û dahata wê dibe, erkê hêzên Amerîkî jî parastina navçeyên berhemanîna petrolê ye.
Diyar kir jî, erkê parastinê ew e, parastina navçeyê ye, ku ew navçe dê bibin navenda operasyonên berdewam ên li dijî DAIŞê.
Aşkere kir jî, li ser pirsa kêlgehên petrolê yên li bakurê rojhilata Sûriyê, ta niha ti biryar û araste ji Wezareta Derve ya Amerîka re nehatine.
Herwiha pêştir jî Trump ragihandibû, ew beşek ji hêzên Amerîkî bo parastina kêlgehên petrolê bihêle.
Peyamnêrên K24ê jî didin zanîn, ji çend rojan ve hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li cihên petrol heye dikin.
K24
