• Thursday, 12 February 2026
logo

Îsraîl: Berejwendiya me eve ku alîkariya Kurdan bikin

Gulan Media November 7, 2019 Nûçe
Îsraîl: Berejwendiya me eve ku alîkariya Kurdan bikin
dibêje jinav birina Kurdan li Sûriyeyê bo ser Îsraîlê metirsiye
Cîgira wezîrê derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely di gotareke xwe de yaku li parlementoya vê welatî pêşkêş kir, ragihand ku gelek aliyan ji me daxwaz kiriye daku di warê însanî û siyasî de piştgîriya Kurdan bi taybetî li Sûriyeyê bikin û hikûmeta Îsraîlê jî ev daxwazên han pejrandine.

Cîgira wezîrê derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely herwiha diyar kiriye ku emê bi rêya hinek aliyên din vê alîkariyên siyasî û însanî pêşkêşî Kurdan bikin jiber ku ev yek di berejwendiya Îsraîlê deye û mezintirîn berejwendiya Îsraîlê parastina kemenetewane li Bakûrê Sûriyeyê bi taybetî Kurd.

Nav hatî diyar kiriye ku namana Kurd li deverê de vê bibe sedema çê bûna metirsiyên gelek mezin bo ser Îsraîlê.
Top