Mesrûr Barzanî: Pêvajoya çaksazî û nehêlana gendelîyê dê berdewam be
Herweha Mesrûr Barzanî derbarey karê hikumetê got ku ewan ji destpêkê hewil daye ku proseya çaksaziyê û nehêlana gendelîyê serbêxin û got jî wan hewil daye hikumet hikumeteka xizmetguzar be bi taybetî di warê perwerdê û saxlemîyê de herwiha hewil daye jêderîn dahatî cuda cuda bin bo wê yekê jî hewil da di warê weberhênanê da.
Derbarey peywendîyên ligel Bexda jî serokê hikumetê got ku wan ji destpêkê hewil da peywendî asayî bibin û careka din rewş wekî berê vegere.
Herweha Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê derbarey jêrxana aborîya Herêmê ragehand, mxabin wekî pîdivî xizmeta avakirina jêrxana aborîya Herîmê nehatîye kirin û li cîyatî berhem anîna navxweyî pitir pişt bi hawirdekirinê hatîye girêdan, lewre pîdivîye digel piştîvanîkirina werhênana derekî, piştîvanîya werbehênerê navxweyî jî bihête kirin.
Serokê hikumetê derbarey gendelîyê jî got ku wan hewil daye hemû rêyekê li wê dîyardeyê bigrin û pişt bi şareza û bisporan girêdaye ku kar bi sîstem û rêkûpêkî li dûv yasayê birîve biçin.
Mesrûr Barzanî got jî wan hewil daye ku fermanber hest bike ku xizmetkarê xelkî ye û divêt şanaziyê jî bikin ku xizmeta welatîyên Herêmê bikin.
Waar.tv
