• Thursday, 12 February 2026
logo

HSD hêrişên komên çekdar li derdora bajarokê Zirgan têkşikandin

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
HSD hêrişên komên çekdar li derdora bajarokê Zirgan têkşikandin
Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) hêrişên komên çekdarên dûvelankên Tirkiyayê li derdora bajarokê Zirgan têkşikandin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, HSDyê hêrişeke çekdarên dûvlankên Tirkiyaê li bajarokê Zirgan têkşikandin ku dixwaztin gundê Babulxweyr a ser bi Zirgan ve kontirol bikin.

Li gor ku hatîye belavkirin, ji encama wê hêrişê 4 çekdarên wan girûpên dûvelankên Tirkiyayê hatîne kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Herweha riwangehê belav kirîye, ji encama topbarana bingehên HSDyê li enî ya Ebûrasên û Tel Temir ji alîyê komên çekdar ve, dû şervanên HSDyê canê xwe ji dest dan e û tek din jî birîndar bû ye.

Ev demeke şer di navbera HSDyê û komên çekdarên dûvelankên Tirkiyayê berdewam e li ser rê ya Zirgan- Tel Temir û çekdarên dûvelankên Tirkiyayê hewil didin rê navbera herdû bajarokan bibirin.

K24
Top