Mazlûm bang li Serok Barzanî kir: Em bi hev re serbikevin
Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ji Rûdawê re axifî û got, Rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî re derbas dibe.
Mazlûm Kobanî anî ziman ku divê em biryarên dîrokî bistînin û ew dixwazin hemû partiyên Kurdan bi wan re bin û ew naxwazin bi tenê bin û daxwaza yekrêziya Kurdan dikin û ew bo hemû partiyan re axivîn û helwesta wan erênî bûye.
Kobanî got: “Îro Rojavayê Kurdistanê bi rewşeke taybet re derbas dibe. Êrişa dewleta Tirk çûbûye û hinek hevsengiyên nû pêk hatine. Hêzên navdewletî niha li herêmê ne. Niha peywendiyên me bi Rûsa, Amerîkayê û hikûmeta Sûriyê çêdibin. Dostên me jî hene û aliyên weke dewleta Tirk û cîhadist ên dixwazin komkujiya Kurdan bikin jî hene. Lewma me bi demeke dîrokî re derbas dibin.”
General Mazlûm bang li aliyên Kurdî kir û got: “Em dixwazin tevahiya aliyên siyasî bi me re bin. Em dixwazin biryarên di berjewendiyên gelê xwe bi hev re bistînin. Di vê demê de em naxwazm em weke Hêzên Sûriya Demokratîk bi tenê bin. Em dixwazin tevahiya aliyên siyasî yên Rojava Kurdistanê bi me re bin. Me bi tevahiya aliyan re axiviye, bi rastî nêrîna hemû aliyan bi erênî bûye. Da xuyandin ku çi bikeve di ser milên wan dê bikin. Em hêvî dikin ku ev gav berdewam bin. Em hêvî dikin di rojên pêş de her kes hewl bide ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.”
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha destnîşan kir ku di yekrêzî û yekdengiya li Rojavayê Kurdistanê de rolake girîng a rêveberiya Herêma kurdistanê heye û wiha pê de çû: “Em dizanin gelek aliyên Kurd guhdariya wan dikin. Bangawaziya me ew e ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî di vê mijarê de roleke wan a erênî hebe. Em dikarin bi hev re vê pêvajoyê di berjewendiyên gelê Kurd bi awayeke serkevtî bidawî bînin.”
Rudaw
