• Thursday, 12 February 2026
logo

Eniyeke hevbeş dijî Tirkiyeyê tê avakirin

Gulan Media November 6, 2019 Nûçe
Eniyeke hevbeş dijî Tirkiyeyê tê avakirin
eniya han ya hevbeş li Rojhilata Behra Spî hatiye damezrandin
Wezîrên berevaniya 2 welatên Ewrupa û welatekî erebî beyanameyek hevbeş dijî Tirkiyê derxistin.

Li gor nûçeya çapemeniya Misirê, duh 05.11.2019ê wezîrê berevaniya Yunanîstan, Qibrîs û Misirê civiyan û beyanameyek hevbeş derxistin.

Di beyanameyê de her 3 wezîrên berevaniya Misir, Yunanîstan û Qibrîsê behsa eniyeke hevbeş a dijî Tirkiyê kirin.

Li gor çapemeniya Misirê 3 wezîr li ser berdewam kirina manor û rahênanên leşkerî yên hevbeş û qahîm kirina alîkariya derbarên berevaniyê rêkeftin.
Top