• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlamentoya Îsraîlê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike

Gulan Media November 6, 2019 Nûçe
Parlamentoya Îsraîlê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike
Biryar e parlamentoya Îsraîlê îro rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Îro Parlamentoya Îsraîlê ku wek Knesset tê naskirin, piştî êrîşên Tirkiyê yên ji 9ê Cotmeha derbasbûyî ‎ve, yekem car rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.‎

Li gor medyaya Îsraîlê, Parlamenterê Partiya Şîn û Spî Zîvî Havzer proje-yasayek di vê derbarê de amade ‎kiriye û li ser êrîşa Tirkiyê û piştgirîkirina Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê daxwaza helwêstê ji hikûmetê ‎dike.

Di nûçeyên medyaya Îsraîliê de hate gotin ku ligel şermezarkirina êrîşê ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropa û Encûmena Nûneran a Amerîkayê ‎ve, heta niha ti helwêstekî fermî ji Îsraîlê nehatiye bihîstin, loma îro ew mijar tê gotûbêjkirin.‎

Rudaw
Top