Daxuyaniya civîna Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û Serok Komar û aliyên siyasî
Hemû beşdarên civînê bi girîngiyê ve li rûdanên Iraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewê îro li qada siyasî û îdariya Iraqê da rûdide, encama kêmasiyên kombûyên çendîn saliya hukimranî û bi cîh nekirina destûrê bûye.
Beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewayên xelkê Iraqê ne û piştevanin ku Hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi deng ve hatina daxwaziyên rewayên wan li ber bigrin, tekez kirin ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê û sazî û damezrawe û aliyên dinê, parastina aramî û destkeft û berjewendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û rûbirûbûna teror û berdewamiya proseya çaksaziyê dibê û piştevaniya çaksaziyên li Iraqê dikin.
Waar.tv
