• Thursday, 12 February 2026
logo

Her sê serokatîyên Herêma Kurdistannê biryareke hevpişik didin

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
Her sê serokatîyên Herêma Kurdistannê biryareke hevpişik didin
Kobûna her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê bi dawî hat û di kombûnê de, biryareke hevpişik dan derbarê egerên hevwarkirin û guherina destûra Îraqê û mafên xelkê Kurdistanê.

Evro Sêşembîyê 5/11/2019, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî, serokê hikûmata Herêma Kurdistanê û Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê, bi pişikdarîya cêgir û harîkarên wan li avahîya serokatîya Herêma Kurdistanê rewşa Îraq û deverê gengeşe kirin. Derbatrê her pêşhat û egerekê bo guhertina destûra Îraqê biryar dan, ku nabe di hevwarkirina destûr de dest li mafên Kurd bidin.

Piştî bi dawî hatina kombûn her sê serokatîyan, kombûna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê û kesên yekem ji alîyên sîyasî bi pişikdarîya serokê komara Îraqê li Hewlêrê destpêkir.

Ev kombûnên hanê hevdem in li gel rewşa Bexdayê ku bi sedema xwenîşandanan û hewlên guhertina hikumet û hevwarkirina destûrê durist bûye. Di kombûna dawîyê ya hejmareke hêz û alîyên sîyasî yên Îraqê de bi serperiştîya Behem Salih, serokê Îraqê, li ser çend xaln rêkkevtibûn û yek ji wan xalan jî hevwarkirina çend movikên destûra Îraqê bû.

Herweha çend roj in berpirsên Îraqê amaje bi wê yekê dikin ku egera wê yekê heye di çend rojên dahatî de bûyereke mezin yan guhertineke mezin li Bexda rû bide û Kurd jî dixwaze xwe amade bike bo her eger û pêşhateyekê.

Bepirsên bilindên Herêma Kurdistanê di dema burî de bi rêya peyam û daxuyanan de ji bilî derbirîna piştîvanîyê bo başkirina rwewşa xelkê, amaje bi wê yekê jî kirîne ku ew rewşa niha li Îraqê heye ji encamam kombûna kêmasîyên hikumetên berê û bicînekirina destûrê ye.

Basnews
Top