• Thursday, 12 February 2026
logo

Çekdarên Heşdî Tirkmen li Xurmatû ciwanek kurd îşkence kirin!

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
Çekdarên Heşdî Tirkmen li Xurmatû ciwanek kurd îşkence kirin!
Ciwanekî kurd ê rûniştvanê qeza Xurmatû ku nexwaşiya wî ya derûnî heye, ji aliyê çekdarên Heşdî Tirkmen ve hat girtin û îşkence li wî kirin.

Berpirsê berê yê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû Mihemed Fayeq di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand: ‘’Roja 03.11.2019ê ciwaneke kurd ê rûniştvanê taxa Komarî ya qeza Xurmatû, ku nexwaşiya wî ya derûnî heye, li ser çemê Ava Spî ya li taxa Rizgarî ji aliyê çekdarên Heşdî Tirkmen ve hat girtin û zêde zêde îşkence li wî kirin û piştre ew berdan.’’

Herwaha got: ‘’Navê wî ciwanî Murad Miqdad Xazî ye û piştî serdana bijîşkê xwe yê taybet kiriye, bijîşk jî gotiyê derkeve derve xwezayê, çiya û daristanan bibîne. Ew jî çûye ser çemê Ava Spî lê ji aliyê wan çekdaran ve hatiye girtin û îşkence kirin.

Basnews
Top