• Thursday, 12 February 2026
logo

ROJAVA - Aşûrî gundên xwe ji êrîşên Tirkiyê diparêzin

Gulan Media November 5, 2019 Nûçe
ROJAVA - Aşûrî gundên xwe ji êrîşên Tirkiyê diparêzin
Li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê hejmareke zêde ya Aşûriyan lê dijîn, di êrîşa vê carê ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de jî ziyaneke mezin dîtin û hejmareke zêde ya wê pêkhateyê koçber bûye. Lê hejmareke gundên Aşûriyan, çek rakirine û dixwazin gundên xwe biparêzin, ji bo ku grûpên çekdar ên tûndrew nekevin gundên wan.

Li gel hêzên Yekîneyên Parastina Gelk (YPG), hêzeke bi navê Hêza Parastina Xabûr jî hatiye avakirin ji bo ku berevaniyê li gundên Aşûriyan bikin. Ew hêz ji 17 hezar kesan pêk tê û jinên Aşûrî jî di nava wê hêzê de cîh digrin.

Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê gundên Aşûriyan xistine jêr metirsiyê.

Aşûriyê bi navê Carlos dibêje: “"Ew kirêgirtiyên Erdogan ê terorîst du kîlometreyan dûrî me ne. Ji wî gundî dengê top û hewanên wan tê. Em wek Hêza Parastinê ya Xabûr li gundên Aşûriyan belav bûne û bi tevahî amade ne bo bersivdana her êrîşeke ku bo ser me bê kirin ligel hevalên me yên YPG û artêşê."

Madelin Khamis dayîka aşûrî sê zarokên xwe li paş xwe hiştine û hatiye sengera şer daku berevaniyê li gundê xwe bike.

Madelin Khamis dibêje: “Em nêzîkî 17 hezar kes in û li devera Cezîrê belav bûne. Gundên me behişta ser ziviyê bûn berî ku DAIŞ bê herêma me. Piştî rizgarbûn, arambûn û başbûna rewşê em bi aramî dijiyan û jiyan hinekî baş bû, niha careke din dewleta Tirkiyê hatiye heman senaryo û çîrokê dubare dike daku tevlîhevî û aloziyê vegerîne bakur û rojhilatê Sûriyê."

Ji ber şer ji sedî 90 aşûriyên li Til Temirê koçber bûne. Niha gundên wan vala bûne û Hêzên Parastina Xabûr hewl dide çekdarên opozisyona Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve ji navçeyên xwe dûr bixin.

Berdevkê Hêzên Parastina Xabûrê Nabil Warda jî got: “Hêzên Parastina Xabûr li heşt gundan e. Em hatine çavderiya vê navçeyê bikin dake kesek nekeve van deran piştî hêzên me yên leşkerî. Rewşa gundan aram e.”

Rudaw
Top