Nêçîrvan Barzanî li gel Berhem Salih û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê dicive
11:10 Civîna lûtke ya li Hewlêrê dest pê kir
Piştî civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, civîna duyem a serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.
11:00 Berhem Salih gihîşt cihê civînê
Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Hewlêrê gihîşte cihê civîna bi serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê re ku bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tê kirin.
Berhem Salih ji bo ku beşdarî civînê bibe, êvara derbasbûyî gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
10:30 Hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê sê egeran gotûbêj dikin
Civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê dest pê kir û di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û destkarîkirin û guhertina di destûra Iraqê de tên nirxandin.
Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, di civînên îro de sê egerên li pêşiya Iraqê û Herêma Kurdistanê tên bên gotûbêjkirin û Kurd dê biryarê li ser wan bide.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, wî hin zanyarî bi dest xistine, ku di civîna hersê serokatiyên îro de fokusa wî li ser destûra Iraqê dibe.
Çavkaniyekî agahdar ji civînê ji Rûdawê re ragihandiye, Iraq niha li berdem hejmarek pêşhatên nû ye û di civînên îro yên li Hewlêrê de dê 3 xal bêne gotûbêj kirin, ku ew xal bi vî awayî ne.
Yekem: Renge metirsiya rûdana kodetayê hebe û rewşa Iraqê bi temamî têk biçe û destûra niha bi hemû awayî bê redkirin, ku ew yek jî metirsiyeke pir ciddî ye ji bo Kurd.
Duyem: Egereke din ev e ku rewş têk biçe û destkarî di destûrê de were kirin, lê belê ew destkarî di zirara Kurd de be û şerê navxweyî li Iraqê rû bide, bi taybet di navbera aliyên Şîe bixwe de.
Sêyem: Eger heye ku têkçûna rewşê di qazanca Kurd de be, wê demê Kurd dê daxwaz bike kar bi encama referanduma serxwebûna ya 2017an bê kirin.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, piştî temambûna civînê, hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê dê daxuyaniyeke hevbeş bidin.
09:45 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşte ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ji bo ku beşdariyê di civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê bike, beriya kêliyekê gihîşte ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê.
Herwiha piştre, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî jî gihîşte cihê civînê.
09:00 Îro du civînên giring tên lidarxistin
Peyamnêrê Rûdawê, Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civînên îro li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, derbarê civînên îro de ragihand, îro li Hewlêrê du civînên giring tên lidarxistin, civîna yekem demjimêr 10:00 dest pê dike û di navbera hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê de ye û civîna duyem li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û kesên yekem ên partiyên Herêma Krudistanê dibe, ku dê demjimêr 11:00 dest pê bike.
Senger Ebdurehman diyar kir, di civîna yekem de, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Rêwaz Fayeq derbarê amadekariyên ji bo civîna duyem de gotûbêjan dikin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê, Berhem Salih dê li Hewlêrê di semînara Dîdara MERI de beşdar bin û têde li ser rewşa dawî ya Kurdistanê û Iraqê biaxivin.
Saziya MERI dîdarekê bi navnîşana Dawîanîna şer, serketina aştiyê li Rojhilata Navîn, saz dike ku dê bo dema 2 rojan berdewam be.
Rudaw
