Tirkiye: Til Temir ne di plana operasyona me de ye
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Du armancên serek yên vê operasyonê hene. Yek, paqijkirina terorê li ser sînorê wan e û ya duyem jî, ji bo vegera penaberan û avakirina herêmeke ewle ye.”
Kalin diyar kir, gava yekemîn bi piranî pek hatiye û operasyona wan li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê gihîştiye armanca xwe, ku bi dirêjahiya 145 kîlometre û kûrahiya 30 kîlometre herêmek hatiye dirustkirin.
Da zanîn, li başûrê vê herêmê di navbera çekarên ser bi Tirkiyê û YPGê de şer heye.
Îbrahîm Kalin got, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e û li wê derê ew pêkhateyên Kirîstiyanî nakin armanc, lê YPG li wê derê senger girtiye û êrişî çekdarên ser bi Tirkiyê dike.
K24
