• Thursday, 12 February 2026
logo

Dadgeha federal ya Iraqê dê zûtir li wê giliya Kurdistanê binêre

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Dadgeha federal ya Iraqê dê zûtir li wê giliya Kurdistanê binêre
Seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ragihand, dadgeha federal ya Iraqê dê hefteyekê zûtir li giliya wan ya li ser qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan binêre.

Meha borî, komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ya parlementoya Kurdistanê bi nûnertiya parlementoyê li dadgeha federal ya Iraqê gilî li qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan kiribû.

Dadgehê ji komîsyonê re gotibû, yekemîn civîna wê dozê dê roja 18 Mijdara îsal (vê mehê) were lidarxistin.

Lê seroka komîsyona deverên Kurdistanî, Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re got, duhî dadgehê ji me re got civîna doza we dê zûtir were kirin. Bi gotina berpirsên dadgehê, civîna doza me dê roja 12 vê mehê were lidarxistin.

Qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan ya Iraqê rê nade wan kesên ku ji ber şer ji war û cihê xwe koçber bûne, li cihekî din deng bidin. Eger wisa be bi deh hezaran dengên kurdan dişewite.

Basnews
Top