• Thursday, 12 February 2026
logo

Îran: Îraqîyan rê nedane Emerîkayê petrola wan kontirol bike

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Îran: Îraqîyan rê nedane Emerîkayê petrola wan kontirol bike
Serokê Perlemana Îranê ragehand, serkirdeyên Îraqê rê nedan Emerîkayê lontirola petrola wan bike.

Elî Larîcanê, serokê perlemana Îranê di gotarekê de li nav perlemana Îranê ragehand, serkirdeyên Îraqê rê nedan Emerîka kontirola petrolê bike li welatê wan, wek çawa rê nahêt dan ku petrola Sûriya bihêt kontirolkirin ji alîyê Emerîkayê ve. Amaje bi wê yekê jî kir ku petrola Sûriyayê mulkê gele û hikumeta Sûriya ye û Emerîkayê mafê wê yekê nîne bîyavên petrolê li wî welatî kontirol bike û dûv re petrola wan bidize.

Larîcanî ragendîye jî: berê Emerîkayê hemû hewlek dan daku bîyavêb petrolê li Îraqê kontirol bike, lê encamdana evî karî giran bû bo wê. Hevdem li ba Emerîkayê mafê gelê wî welatî ku xwedîyê wê petrolê ne, ne giring e, lê tenê çavên Emerîkayê li kontirolkirina petrola wan e, her eve jî weha dike ku dorpêça abaûrî bixe ser wan.

Top