Mesrûr Barzanî: Pêwîst e bilez projeyasaya çaksaziyê bê amadekirin
Tekezî li wê hate kirin, pêwîst e bilez projeyasaya çaksaziyê bê amadekirin, wek yek ji karên pêşîne yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo pesendkirinê jî bo Parlemana Kurdistanê bê şandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, çaksazî proseyeke gelekî girîng e û pêwîst e di zûtirîn dem de ew proje bê amadekirin û arasteyî Parlemana Kurdistanê bibe. Got jî: Divê dadperwerî tê de hebe û nabe ti kesekî xwedî maf jê bêpar bimîne, lê di heman demê de jî rê ji bo karên neyasayî û nerewa nayê dayîn.
