• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên bîyanî rewşa Qamişlo diguherin

Gulan Media November 4, 2019 Nûçe
Hêzên bîyanî rewşa Qamişlo diguherin
Çend roj in bajarê Qamişloyê bi hevberkirin li gel heftîya burî livîn û bizaveke zêdetir ketîye di nav de. Hevwelatîyên bajarî dibêjin: Hatina hêzên bîyanî bandoreke rasterast hebûye li ser evê kawdanê. Ji alîyeke din wan tirsa wê yekê heye, ev hêzên hanê careke din biryara xwe biguherin û careke din pişt bikin Kurd û wan bi tenê bihêlin.

Şehrizad Hesaf, ku yeke ji kasibkarên bazarê Qamişlo, bi Kurdistan24 re got: Li gel hatina hêzên bîyanî bo Qamişloyê heya radeyekê rewş aram bûye. Em dixwazîn akincî hebe û di rewşeke aram de kar û kasibîyên xwe bikîn.

Kasibakreke dî yê Qamişloyê, bi navê Ebdulqadir Hemze, dibêje: Tiris li ba hevwelatîyên Qamişloyê nema ye û xelik dihên bazar û pêdivîyên xwe dikirrin û behatê kelûpelan jî bilind bûye.

Dibêje jî: Her hêzek dihêt deverê, xwe bihêz dike, dûv re ji me re dibêje Bay Bay. Eme bêkesîn û kes dostê me nîne.

Hêriş û burdûmanên Tirkiyayê û teqînên bajarên rojavaya Kurdistanê tirs û nîgeranê li ba xelkê duristkiribû, lê wek ew behis dikin li gel hatina hêzên bîyanî rewş heya radeyekê aram bûye.

k24
Top