• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye: Em ê DAIŞiyên Ewrupî bişînin welatên wan

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Tirkiye: Em ê DAIŞiyên Ewrupî bişînin welatên wan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gefa şandina çekdarên DAIŞê bo Ewropayê li welatên Yekîtiya Ewropayê xwar.

Îro roja şemiyê 02-11-2019an Suleyman Soylu, ji rojnamegerên Tirkiyê ra aşkere kir ku Tirkiyê bi tena sere xwe nikare berpirsiyariya çekdarên DAIŞê werbigire.

Herwiha Suleyman Soylu amaje bi wê yekê jî kir ku endamên DAIŞê yên hemwelatiyên Ewropayê ewê wan bişînin Ewropayê û ew nikarin berpirsiyariya hemû çekdarên DAIŞê werbigirin.

Basnews
Top