• Thursday, 12 February 2026
logo

Boykotkirina kelûpelên Tirkî asta hawirdekirina ji Tirkiyê kêm kiriye

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Boykotkirina kelûpelên Tirkî asta hawirdekirina ji Tirkiyê kêm kiriye
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman raguhand ku boykotkirina kelûpelên Tirkî ji aliyê beşekî hevniştimaniyan ve bondor ‎li rêjeya hawirdekirinê ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Li Başûrê Kurdistanê weke bertek li dijî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hejmareke welatî beşdarî di boykotrina kelûpelên Tirkî de kirine.

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman derbarê vê yekê de ji Rûdawê re da zanîn ku biryara boykotkirina kelûpelên Tirkî ji aliyê beşekî hevniştimaniyan ve bondor ‎li asta hawirdekirinê ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kiriye, lê deriyên sînor wek salên berê tevgera li ‎wan berdewam e, û kêmbûn jî heta sere salê dernakeve.‎

Mistefa Şêx Ebdulrehman got: “Her bazirganek dikare ji 5 heta 10 welatan kelûpelan hawirde bike, ‎loma alternatîfên kelûpelên Tirkî zêde ne, herwiha hinek ji wan kelûpelên ji Tirkiyê tên hawirdekirin, ‎Ewropî ne û bi rêya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.”‎

Sala 2018ê asta bazirganiya navbera Iraq û Tirkiyê nêzîka 10 bo 12 milyar dolar bû û nêzîka ji sedî 45 bo ‎Herêma Kurdistanê bû.‎

Di 9 mehên destpêka îsal de qebareya bazirganî ya di navbera Iraq û Tirkiyê de 11 milyar dolar bûye ku nêzîkî 6 milyar dolar di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bûye. Herêma Kurdistanê hezar û 369 kompaniyê Tirkiyê hene.

Piştî ku Tirkiyê dest bi êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê kir li hinek bajarên Başûrê Kurdistanê kampanya boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê hat destpêkirin.

Rudaw
Top