HSD: Encûmena Suryanî û Hêzên Aşûrî dê navçeya Xabûrê biparêzin
Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, HSDê di rûbirûbûna êrîşên artêşa Tirkiyê li ser rojhilat û başûrê Serê Kaniyê û bi taybet li navçeya Xabûrê û gundên Suryan û Aşûriyan de berdewam dibe.
HSDê dibêje, li gor pêwîstiya vê qonaxa niha û ji bo parastina navçeya Xabûrê ya Suryan – Aşûriyan û li ser daxwaza Hêzên Encûmena Siryanî ya Leşkerî ya di nava HSDê de, dê Hêzên Encûmena Suryanî û Hêzên Aşûrî li wê navçeyê bêne belavkirin û wê navçeyê biparêzin.
K24
