• Thursday, 12 February 2026
logo

Berdevkê Hevpeymaniyê bi Kurdî: Jin cîhêrengiya me bihêztir dikin

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Berdevkê Hevpeymaniyê bi Kurdî: Jin cîhêrengiya me bihêztir dikin
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins bi Kurdî peyamek belav kir û tê de ragihand ku jinan di nava qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir dikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins li ser hesabê xwe twitterê derbarê rola şervanên jin di şerê DAIŞê de peyameke Kurdî belav kir.

Myles Caggins ku ligel peyama wêneyê pêşmergeyên jin û şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPG) jî belav kirine.

Caggins di peyama xwe de dibêje: “Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞê ve heta niha jinan, di nava qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir dikin. Jin, aştî, ewlehî!”

Herwiha di 29ê Cotmehê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins, di konferansekî rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand ku ji sedî 25ê Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê şer li dijî DAIŞê dikin, dê hevpeyman berdewam li Herêma Kurdistanê kar bikin ji bo yekxistin û bihêzkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û got: “Dîrok wê yekê piştrast dike ku Pêşmerge hêza yekem bû li ser erdê ku dawî li DAIŞê anî û pişta wê şikand.”

Rudaw
Top