• Thursday, 12 February 2026
logo

Sekreterê giştî yê NY hişyarî da Erdogan: Divê Sûrî bi dilê xwe vegerin!

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Sekreterê giştî yê NY hişyarî da Erdogan: Divê Sûrî bi dilê xwe vegerin!
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand ku pêwîst e koçberên sûrî, di çarçova ‘mafên koçberan’ de vegerin bo welatê xwe.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Farhan Haq di konferanseke rojnamevaniyê de, derbarê serdana Antonio Guterres a bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de axivî û ragihand ku Guterres, di hevdîtina li gel Erdogan de tekezî li ser girîngiya peywendiyên bihêz û herwiha hevkariya wî welatî ya li gel NYê kiriye.

Farhan Haq her wiha got ku di hevdîtinê de piştgirî li ser civîna Komîteya Destûra Sûriyê ku li Cînevê berdewem dike û herwiha bo proseya siyasî hatiye nîşandan.

Berdevkê NYê ragihandiye ku Erdogan di wê hevdîtinê de, pilanek ji bo vegera koçberên Sûriyê ji bo welatê wan pêşkêşî Guterres kiriye. Guterres jî destnîşan kiriye ku pêwîst e, vegera koçberan li ser daxwaza wan, ewle û bi rûmet be.

Haq da zanîn, “Sekreterê Giştî, ji Serokomar Erdogan re ragihand ku ji bo lêkolînkirin û gotûbêjkirina pilana Tirkiyê, Komîseriya Bilind a Koçberan a NYê dê tîmekê pêk bîne.”

Basnews
Top