• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlementerekî Gorran: YNK ji tirsa qanûna reformê astengiyan bo hikûmetê çêdike!

Gulan Media November 3, 2019 Nûçe
Parlementerekî Gorran: YNK ji tirsa qanûna reformê astengiyan bo hikûmetê çêdike!
Parlementerekî Gorran dibêje, YNK dixwaze bi çêkirina astengiyan li pêşiya hikûmetê, nehêle qanûna reformê li parlementoyê were pesendkirin!

Serokê dîwana encumena wezîran ya Kurdistanê, Umêd Sebah îro ragihand, YNK dixwaze destwerdanê di karên hikûmetê de bike û ji xaleka rêkeftina pêkanîna hikûmetê jî vekişiyaye.

Li ser vê mijarê, parlementerê Gorranê li parlementoya Kurdistnaê, Yasîn Xizir ji BasNewsê re got, YNK ji qanûna reformê ditirse çimkî di nav YNKê de gelek kes bêyî ku kar bikin, mûçe werdigirin. Eger ew qanûn were pesendkirin dê mûçeyê wan were qutkirin, ewê jî ji YNKê veqetin! ji ber wê jî YNK dixwaze astengiyan li hember wê qanûnê çêbike da ku li parlementoyê neyê pesendkirin.

Yasîn Xizir her wiha got, YNKê nîvê hikûmetê biriye lê bo xapandina xelkê wisa nîşan dide ku qaşo haya wê ji hikûmetê nîne! Di demekî de cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî ji her tiştê hikûmetê haydar e.

Wî parlementerê Gorranê da zanîn, biryar bû hefteya borî hikûmet pêşniyarqanûna reformê bişîne parlementoyê û got, lê ji ber wan hewlên YNKê gîro bûye. Tê pêşbînîkirin hefteya bê pêşniyarqanûna han bigihê parlementoyê.

Bi gotina wî parlementerî, gotinên berdevkê YNKê Letîf şêx Umer hemû ne rast in.

Letîf şêx Umer gotibû, PDK rêkeftinên pêkanîna hikûmetê bi YNKê re bicîh nahîne.

Basnews
Top