HSDê 6 gund ji destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve derxistin
Peyamnêra Rûdawê çû nav wan gundên li derdora bajarokê Til Temirê yên ku duh bi roj çekdarên ser bi Tirkiyê ve ku wek ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyê’ tên naskirin,avêtibûn ser wan û derbasî nav wan gundan bûbûn.
Piraniya şêniyên wan gundan Ereb in. Duh dema ku çekdar derbasî nav malên li wan gundan bûne, dîsa dest bi talan û diziyê kirine. Xelkê van gundan şepirze û perîşan in û niha nizanin divê çi bikin û hawara xwe bigihînin kê.
Welatiyekî bi navê Mihemed Hisên Ehmed dibêje, “Ez sivîl im, ne ligel vê grûpê û ne jî ligel din im. Mala min şikandin, 400 hezar im di nav malê de bû birin, em xelkê sivîl in û ne ser bi ti kesekî ve ne.”
Fêseliyê jî yek ji gundewarên Bakurê bajarokê Til Temirê ye. Çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê duh çend hawen avêtin gund û bûn sedem ku gundî ji war û malên xwe derkevin û çekdar derbasî gundê wan bibin.
Welatiyekî din ê bi navê, Hisên Eltirkî jî diyar dike, “Demjimêr 12 û 1 nîvro em li mala xwe rûniştî bûn, ji nişkêve li gundê kêleka me dengê guleyan hate bihîstin,êdî hawin û doşka bi ser me de bariya û em derketin, mala me şikandin. Li mala min dizî çê nebû, lê dizî li mala cîranê min çê bû.
Bêtirî 6 gundan duh bi roj ketin destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve lê ew çekdar di saetên bi şev de neçar man û ji wan gundan derketin . Hikûmeta Sûriyê jî hêza xwe ji hinek cihên nêzîkî hêla pevçûn û rûbirûbûnan kişand û dîsa ew li hinek deverên din belav kirin.
Rudaw
