Tirkiya dîlên artêşa Sûriya radestî Rûsyayê kir
Wezareta berevanîya Tirkyayê di daxuyanîyekê de belavkirîye, ku wan 18 serbazên hikumeta Sûriya ku li roja 29 cotmehê li başûrê Serê Kanîyê di çarçoveya operasyonên wê de li wê deverê hatbûn girtin, radestî alîyê Rûsyayê kirin.
Li gor ku hatîye belavkirin, ew dîl bi rêya dergehê Dirbêsyê hatine radest kirin.
K24
