• Thursday, 12 February 2026
logo

Esayîb Ehl El Heq bo xwepêşandaran: Emê çemekî ji xwîna ve çêbikin

Gulan Media November 1, 2019 Nûçe
Esayîb Ehl El Heq bo xwepêşandaran: Emê çemekî ji xwîna ve çêbikin
Milîsên Esayîb Ehl El Heq, ku Qeys Xezelî serokatiya wê dike, gefên tund xwarin û ragehandin ku dê çemekî ji xwîna xwepêşanderan çêbikin.

Girte videoyek di torên civakî de hat belav kirin, ku çekdarekî ser bi Esayib Ehl El Heq radigehîne û gefên tolhildanê dixwe ji ber kuştina rêveberekî wan ê bi navê Wîsam El Yawî.

Di girte videoyê de ew çekdare gefan li xwepêşanderan dixwe û dibêje, çekdarên wan dê çemekî bi xwîna xwepêşanderan çêbikin di bin pira cumhuriye ya li Bexdayê.

Piştî çekdarên Esayib Ehl El Heq gule li xwepêşanderan berdan, xwepêşandarên Iraqê jî Wîsam El Yawî û birayekî wî li bajarê Mîsanê kuştin.

Basnews
Top