• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlementoya Franseyê bernivîsek dijî operasiyona Tirkiyeyê pejrand

Gulan Media October 31, 2019 Nûçe
Parlementoya Franseyê bernivîsek dijî operasiyona Tirkiyeyê pejrand
dibêje hevkariyên me bo hêzên Kurdî berdewam dibe
Îro parlementoya Franseyê civiya û di civînê de giftûgo li dor bernivîsa şermezar kirina operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Piştî giftûgoyan, parlementoya Franseyê bi piraniya dengan, bernivîsa şermezar kirina operasiyona Tirkiyeyê qebûl kir.

Parlementoya Franseyê herwiha daxwaz kir daku Tirkiye dem û dest êrîşên xwe rawestîne.

Di bernivîsê de herwiha hatiye nivîsandin ku piştgîriyên Franseyên bo Kurdan ku şerê dijî DIŞIê dikin berdewam dibin.
Top