• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Iraqê di nava 6 rojan de 100 kes mirine

Gulan Media October 31, 2019 Nûçe
Li Iraqê di nava 6 rojan de 100 kes mirine
zêdetir ji 3 hezar kes jî birîndare
Li Iraqê di nava 6 rojan de 100 kes di dema xwepêşandanan de mirine.

Li Iraqê hejmara miriyên di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de gihiştiye 100î ku ku xwepêşandan ji roja înê ve berdewam in.

Komîsertiya Mafên Mirovan ya girêdayî Meclisa Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kiriye û tê de destnîşan kiriye ku di dema xwepêşandanên li paytext Bexdayê û bajarên naverast û başûrê welêt de, hejmara kesên mirine gihişt 100î.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji xwenîşander û hêzên ewlehiyê 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Top